Xelkên Tebqa banga eşkerekirina tenduristiya Rêber Apo kirin

Xelkên kantona Tebqayê piştî erdheja li navçeya Gemîlkê yê nêzî girtîgeha Îmraliyê rû daye, bi meşekê bang kirin ku yekser tenduristiya Rêber APO bê aşkerakirin.
Şêniyan di meşê de diyar kirin ku ew ê her li kolanan bin û tecrîdê bi dawî bikin.

Xelkên kantona Tebqa, tevî nûnerên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk, ciwan û rûspiyên êlan ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêber APO meşek li dar xistin.

Meş ji taxa Yekemîn a Tebqayê destpê kir û li pêşiya avahiya Tevgera Xwendekarên Demokratîk veguherî mitingê.

Di mitingê de, hevserokê Meclisa Rêveber a kantona Tebqayê Ehmed El Omer axivî û got:

“Ev 26 sal e komplo berdewam e û hêzên navneteweyî tu helwest li hember doza rêber Apo nîşan nedane.

Hewldanên kirêt ên dewleta Tirk a dagirker li dijî wî bi bin ketin, jiber ku Rêbertî ev 50 sal e têdikoşe û em jî hêza têkoşînê ji wî digirin.”

Dawiyê, bang kir ku yekser tenduristiya Rêber Abdullah Ocalan bê aşkerakirin û tecrîda li ser wî bi dawî bibe.

Bi deh-hezaran kes li Qamişlo qêriyan-“Bê Serok Jiyan Nabe”

Back to top button