Bi wêne..Li Efrînê çeteyan li ser goristana şehîdan kampek ava kiriye

Dewleta Tirk weke çawa li Bakurê Kurdistanê şerê goristanan dike, li Efrîna dagirkirî jî goristaneke şehîdan veguherandiye kampekê û malbatên çeteyên xwe lê bi cih kirine. Çeteyên dewleta Tirk hîna jî bêserûber darên daristanên Efrînê dibirin û bacan li şêniyan disepînin.. 

Ne tenê li Bakurê Kurdistanê, li Efrînê jî êrîş û bêrêziya li dijî goristanên şehîdan ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve ranaweste.

Rêxistina Mafê Mirovan a Efrînê, bi belge ragihand ku dewleta Tirk û çeteyên wê, piştî rûxandina goristana şehîd Refîq a li gundê Metîna yê Şerayê, veguherandine kampekê û malbatên xwe lê bi cih kirine.

5’ê Sibata 2018’an, dewleta Tirk goristana şehîd Seydo ya li gundê Qaziqlî yê Cindirêsê bombebaran kir.

10’ê Tebaxa heman salê jî, bi tirêksan goristana şehîd Aveste wêran kir û veguherand bazara firotina sewalan..

Çete darên daristana gundê Rûta dibirin

Li aliyê din, çeteyên Tirkiyê talan û wêrana xwezaya Efrînê didomînin..

Heman rêxistinê da zanîn ku çeteyên ‘Semerqend’ darên daristana gundê Rûta yê Mabeta, birîne û difiroşin.

Çete bacan li şêniyên navçeya Recoyê disepînin

Di çarçoveya guhertina demografya herêmê de, çete sepandina bacan li şêniyan, weke xeteke stratejîk bi kar tîne..

Li gorî Rêxistina Mafê Mirovan a Efrînê, çete li navçeya Reco jî ji her maleke Kurd, di bin zext û gefan de 50 hezar L.S distîne.

“Çeteyên Sûrî 2 jinên Lîbî kuştin”

Kirinên dewleta Tirk û çeteyên wê, hîna li Sûriyê dawî lê nehatine, heman kirinan li Lîbyayê jî pêk tînin.

Rêxistina Mafê Mirovan a Efrînê, dîmenê jineke Lîbî par ve kir.

Di dîmen de, ev jin binpêkirinên li dijî jinên Lîbî eşkere dike ku li gorî wê çeteyên Sûrî yên Tirkiyê ew şandine wir, 2 jin revandine.. destdirêjî li wan kirine û piştre tazî û kuştî hatine dîtin.

Back to top button