Cemîl Reşîd: Divê rêxistinên navdewletî rê li pêşiya sûcên dewleta Tirk bigire

Sûcên şer ên dewleta Tirk li dijî zarok û sivîlan dike, ji cîhanê re eşker bûne. Lê ya sosret, civaka navdewletî bêdengî li hemberî van sûcan bijartiye. Di vê derbarê de, Siyasetmedar û parêzerên Bakur û Rojhilatê Sûrî bang li Konseya Ewlekariyê kir ku li hemberî van sûcên Tirkiyê berpirsyariyên xwe bi cih bîne.

“Dewleta Tirk a dagirker, Kurd û Erebên li herêmên dagirkirî dihelîne.”

Nivîskar, rojnamevan û siyasetmedar Cemîl Reşîd ev yek ji ANHA’yê re got.

Li gorî Cemîl Reşîd, li cem dewleta Tirk plansaziyek ji bo piştaftina herêman heye.. Ev plan ji Ezaz, Cerablus, Bab û herî dawî li Idlibê dest pê kir.

Reşîd destnîşan kir ku dagirkerî hewl dide sivîlên herêmên dagirkirî bi kar bîne û palan xwe bi cih bîne.

Reşîd dibêje:

Tirkiye bi leşkerkirina zarokan, tevahî pîvan, peymanên navdewletî binpê dike û divê ji ber wê were cezakirin.

Divê rêxstinên navdewletî rê li ber sûcên dewleta Tirk bigirin.

Siyasetmedar Cemîl Reşîd diyar kir ku, divê dewleta Tirk ji xaka Sûriyê derkeve, ji ber hebûna wê ne rewa ye û binpêkirinên wê digihêjin asta sûcên şer.

Azad Ebdî: Divê Konseya Ewlekariyê li hemberî sûcên Tirkiyê berpirsyariya xwe bi cih bîne

Ji ber ku Tirkiye bi kirinên xwe, qanûnên navdewletî binpê dike, endamê Yekîtiya Parêzeran a Kobanê Azad Ebdî jî bang li Konseya Ewlekariyê kir ku li hemberî van kirinên Tirkiyê berpirsyariyên xwe bi cih bîne.

Herî dawî bang li hikumeta Şamê jî kir ku li cem dadgeha cezayê ya navdewletî giliyê dewleta Tirk bike.

Back to top button