Serokerkanê artêşa Yemenî ji hewldana kuştinê filitî

Li bajarê Me’rib ê Yemenê, hêzên Hûsî bi mûşekeke palistî, hewla kuştina Serokerkanê artêşa Yemenî Suxeyir Ezîz kir.

Çavkaniyeke leşkerî diyar kir ku êrîş şeva borî pêk hat û baregeha Sehin El-Cin a li navenda Wezareta Parastinê, kir armanc.

Di encama vê êrîşê de, kurê Serokerkan ku di ekîba parastina wî de kar dikir, tevî 6 leşkeran hatin kuştin.

Çavkaniyê teqez kir ku êrîş, piştî bidawîbûna civîneke leşkerî pêk hat.

Tê zanîn, Ezîz serkêşiya artêşê di şerê li dijî Hûsiyan li Nehem û Serwah dikir û çend caran Hûsiyan bi mûşekên palistî û bomeyan ew kiribû armanc, lê ew ji hemû hewldanan filitîbû.

Back to top button