Li ser daxwaza Rûsyayê, konseya ewlekariyê civiya

Li ser daxwaza Rûsyayê, Konseya Ewlekariyê civîneke girtî derbarê agirbesta li Idlibê li dar xist.

 

Nûnerê Rûsyayê li NY Vazîlî Nîbenziya piştî civînê, got ku ”agirbest li Idlibê tevî hin binpêkirinan, bi awayekî giştî tê pêkanîn.”

Ev daxuyaniya Nîbenziya piştî astengkirina Amerîka ji daxuyaniya Konseya Ewlekariyê ya derbar agirbestê de, derkete holê.

Ji aliyê xwe ve Kremlin jî bi daxuyaniyekê ragihand ku serokê Rûsyayê Viladîmir Putin bi hempîşeyê xwe yê rejîma Sûrî re derbarê agirbesta li Idlibê axivî.

 

Pergala parastina baregeha himêmîmê 2 êrîşên li ser baregehê têk birin

Kremlin destnîşan kir ku Beşar Esed kêfxweşiya ji bo agribestê aniye zimên û spasiya Rûsyayê ji bo şerê li dijî terorê kiriye.

Hemwextî wê Çavdêriya Sûrî ragihand ku pergala Parastina Esmanî ya baregeha Himêmîmê du êrîşên li ser baregehê têk birin.

Back to top button