Şerê Rûsya û Ukraynayê 2 sal li pey xwe hişt

Şerê Rûsya û Ûkraynayê îro 2 sal li pey xwe hişt.
Şer bi dijwarî didome û heta niha jî di mijara aştî û lihevkirinê de, tu gav nehatine avêtin.
Serokên welatên Rojavayî serdana Kîevê kirin û peyamên piştgiriyê dan.
Amerîkayê jî; ji ber piştgiriya wan ya bi Rûsyayê re li ser 93 dezgeh û şirketên ji 6 welatan dane pêk anîn.

Şerê Rûsya û Ûkraynayê îro du sal li pey xwe hişt.

Rûsya bi hêceta ku nebe endamê NATO’ê û were bê çek kirin 24’ê Sibata 2022’an li dijî Ûkraynayê êrişeke berfireh da destpêkirin.

Du sal e, şerê van her du welatan bi giranî didome û ti îşareteke aştî û lihevkirinê jî xuya nake.

Heta niha çend bajarên mîna Zarapojiya, Xerson û Avdiivka ketine bin kontrola hêzên Rûs.

Herêma Qirim û beşeke mezin yên Donetsk û Luhansk jî di navê de ji sedî 18 xaka Ûkraynayê di bin kontrola Rûsyayê de ye.

Di şerê du salan de hejmara kuştiyên her du aliyan nayê zanîn, lê li gorî daxuyaniyan ji her du aliyan bi deh-hezaran kes mirine.

Amerîka û Ewropa, ji destpêka şer piştgiriya çekan ya ji bo Ûkraynayê didomînin.

Wezîrê Parastinê yê Rûsyayê serdana yekîneyên li Ukraynayê kir

Wezîrê Parastinê yê Rûsyayê Sergey Şoygû jî, di salvegera şer de serdana hêzên Rûs yên li Ûkraynayê kir.

Şoygu diyar kir îro di mijara ast û rêjeya hêzan de, ew xwedî avantajin.

Her wiha daxuyaniya artêşê ya têkildarî mijarê hate gotin, hêzên Rûs ji bo êrişê amade ne.

Fermandarê Giştî yê Ukrayna: Li dijî tarîtiyê wê ronahî bi serkeve

Fermandarê Giştî yê Ûkraynayê Oleksandr Sirsky jî, diyar kir wê Ûkrayna bi yekîtiyê li dijî Rûsyayê bi serkeve û got:

“Herdem li dijî tarîtiyê wê ronahî bi serkeve.”

Di salvegera êrişa Rûsyayê de lîderên Rojavayî li Kîevê bûn

Di salvegera êrişên Rûsyayê de, lîderên welatên Rojavayî serdana Ûkraynayê kirin.

Serokwezîrê Kanada Justin Trudeau, Serokwezîrê Belçîka Alexander De Croo, Serokwezîra Îtalya Georgiya Melonî û Seroka Komîsyona Ewropayê Ûrsula Vonder Layen ji bo piştgiriya bi Ûkraynayê re nîşan bidin îro li paytext Kîevê bûn.

Di daxuyaniyên ku hatin dayîn de hate diyar kirin di salvegera şerê Rûsya û Ûkraynayê de, ji bo ew berxwedana mezin ya gelê Ûkraynayê pîroz bikin çûne Kîevê.

Her wiha hate gotin ew ji her demê xurttir weke aborî, darayî û leşkerî piştgiriya Ûkraynayê dikin heta ku azad bibe.

Amerîkayê li ser bi sedan kes û saziyan daneyên berfireh pêk anî

Di salvegera êrişa Rûsyayê ya li dijî Ûkraynayê de, Amerîkayê jî li dijî bi sedan kesên Rûs û saziyan daneyên berfireh ferz kir.

Bi hêceta ku piştgiriya bazirganiyê didin Rûsyayê ji 6 welatan 93 dezgeh jî xist nava lîsteya daneyan.

Tê diyar kirin ev şirket û dezgehên ku li dijî berjewendiyên Amerîkayê tevdigerin, ji wan 63 li Rûsyayê, 16 li Tirkiyê, 8 li Çînê, 4 li Îmaratê, 2 li Qirgizistanê, yek li Hindistanê û yek jî li Koreya Başûr e.

Serokê Amerîkayê Joe Biden ragihand armanca van daneyan ew e ku Serok-dewletê Rûsyayê Vladimir Pûtîn berdêla êrişkariya xwe ya der û hundir bide.

Ingilîstan pakêta alîkariyê ya nû bo Ukraynayê eşkere kir

Back to top button