Kolombiya dê çek neşîne Ukraynayê

Rojevek din a cîhanê bo Ukraynayê şandina alîkariyên leşkerî ye.
Amerîka plan dike Pergala Moşekên Taktîk ê Artêşê bişîne Ukraynayê.
Kanadayê jî ragihand ku dê zêdetirî 800 balafirên bê mirov bişînin Ukraynayê.
Hikumeta Kolombiya şandina çekan weke gûrkirina şer bi nav kir û diyar kir ku dê çekan bo Ukraynayê neşîne.

Ji bo rewşa Ukraynayê helwestên welatên cîhanî yên cûr bi cûr didomin.

Serokomarê Kolombiyayê Gustavo Petro destnîşan kir ji bo aştiyê re tevkariyê bikin dê Ukraynayê re çek neşînin.

Petro li Munih a Almanyayê daxuyanî da çapemeniyê û got:

“Pêdiviya Ukraynayê ne çek e, aştî ye.

Wek Kolombiya ji bo riya navîn bê dîtin bi her awayî tevkariyê re amade ne.”

Her wiha Gustavo Petro diyar kir ku şandina çekan li Ukraynayê ji bilî gûrkirina şer ti sûdê nade û piraniya rayagiştî ya navneteweyî li hemberî vî şerî ye.

Kanada bo Ukraynayê dê zêdetirî 800 balafirên bê mirov bişîne

Kanada jî ragihand ku ji bo Ukraynayê dê zêdetirî 800 balafirên bê mirov bişînin.

Di daxuyaniya ji hêla Wezareta Parastinê ya Kanadayê de hat dayîn, hat destnîşankirin ku balafirên bê mirov ku nirxê xwe 70 mîlyon dolar e, ji bo parastina Ukraynayê dê sûdê bide.

Amerîka plan dike pergala moşekan bişîne Ukraynayê

Rayedarên Amerîkî ku nexwestin nasnamê wan bê parvekirin, derbarê plana şandina çekan bo Ukraynayê agahî dan.

Li gorî rayedarên Amerîkî Waşîngton plan dike Pergala Moşekên Taktîk ê Artêşê bişîne Ukraynayê.

Amerîka di meha Cotmehê de ji Ukraynayê re moşekan şandibû.

Rêveberiya Kîevê soz dabû ku wan moşekan bi armanca êrîşên li ser sînorê Rûsyayê kar neynin.

Serok Dewletê Rûsyayê Vladimir Putin ji bo şandina moşekan bertek nîşanî Amerîkayê da û şandina moşekan weke ‘xeletiyeke stratejîk’ bi nav kiribû.

Back to top button