“Divê em peywendiyên bazirganiyê yên gel Tirkiyê rawestînin”

Xaka wê dagir dike.
Serweriya wê nas nake û di her fersendê de, ji bo armancên xwe zextê lê dike.
Ev rastiya berbiçav ya rejîma dewleta Tirk ya li hember Iraqê ye.
Serokê Lijneya Çandinî û Avê ya li Parlamentoya Iraqê Falih Xezelî got:
Ji ber Tirkiye têkildarî dosya av û parastina ewlekariya welat de, nabe alîkar divê peywendiyên xwe yên aborî pêre rawestîn e.

Rejîma dewleta Tirk ya di her fersendê de xaka Iraqê dagir dike.

Hemwextî vê, rejîma Tirkiyê aboriya welatê xwe yê ji ber siyaseta deshilatê têkçûyî li ser pişta Bexdayê hewil dide baş bike.

Ev yek li nava Iraqê jî dibe cihê hêrsê.

Serokê Lijneya Çandinî û Avê ya li Parlamentoya Iraqê Falih Xezelî diyar kir ku li ser xaka welat 94 barageh û noqteyên dewleta Tirk hene.

Falih Xezalî anî ziman ku hemwextî vêyekê, Tirkiye derbarê dosyaya av û parastina ewlekariya welat de bi wan re nabe alîkar.

Xezalî ji ber vê yekê got, ew dixwazin peywendiyên bazirganiyê yên Iraqê ên bi dewleta Tirk re werin rawestandin.

Serokê Lijneya Çandinî û Avê ya li Parlamentoya Iraqê da zanîn ku salane bi qasî 24 milyar dolar bazirganî dinavbera Iraq û Tirkiyê de tê kirin.

Ev ji bilî hebûna 600 kompanyayên Tirkiye yên di nav xaka Iraqê de kar dikine.

Ji dawiya sala 2023’an ve, di asta jor de, Wezîrê Karê Derve yê Tirkiye, Serokê MÎT û Wezîrê Parstinê yê Tirkiyê serdana Iraqê kirin.

Back to top button