GIRTIYÊN JI DOZA PKK Û PAJK’Ê: WÊ BERXWEDANA ME A GREVA BIRÇÎBÛNÊ DEWAM BIKE

Têkildarî hevdîtina 12’ê Çile a li gel Rêber Ocalan, girtiyên ji doza PKK’ê û PAJK’ê daxuyanî dan.

Girtiya ragihand ku heta mercên xebat û jiyana azad a Ocalan neyên misogerkirin, ew ê dawî li çalakiya xwe neyînin.

Li ser navê girtiyên ji doza PKK’ê û PAJK’ê Deniz Kaya têkildarî hevdîtina 12’ê Çile a li gel Rêber Ocalan daxuyaniyek da..

Kaya di daxuyaniyê de wiha dibêje:

Di vê qonaxa dîrokî a têkoşîn azadiya gelê me de, em berxwedana xwe a bi slogana ‘faşîzmê hilweşînin, tecrîdê bişikînin û Kurdistanê azad bikin’ mezin dikin.

Berxwedana me ya bi daxwaza afirandina şert û mercên azad ji bo Rêber Apo destpêkiriye wê dewam bike.

Divê were zanîn; hevdîtina 12’ê Çile bi ti awayî bersivê nade daxwazên berxwedana me.

Em, girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê yên li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyê, gelekî kêfxweş in ku agahî ji Rêbertiya me hatiye. Lê belê divê bê zanîn, em ê bi şerê taybet ê faşîzma AKP-MHP’ê neyên xapandin.

Pergala faşîst a AKP-MHP’ê ji bo dawî li berxwedana me bîne, rêbaza şerê taybet xistiye dewrê. Li hemberî berxwedana me ya geşbûyî tengav bûye.

Eger rêjîma faşîst dixwaze îspat bike ku bi vê hevdîtinê re ne li pey hesabên erzan e, lazime şert û mercên kar û jiyanê yên azad biafirîne.

Berovajî divê baş were zanîn ku em ê bi polîtîkayên wiha ên erzan nexapin.

Bi navê girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê em radigihînin ku çalakiya xwe ya greva birçîbûnê bi rengekî bê navber didomînin.

Di rewşa heyî de 226 hevalên me di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne.

Em weke evîndarên rastî û azadiyê teqez dikin ku em ê ti carî dest ji berxwedanê bernedin.

Leave a Reply

Back to top button