Xwedêda Ilyas derbarê tifaqa li Şengalê de axivî

Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Xwedêda Ilyas dibêje tifaqa Koordînasyona Hêz û Pêkhateyên Neteweyî li ser berjewendiyên gelê Şengalê hatiye avakirin û bang li hikumeta Iraqê kir ku ji bo çareserkirina pirsgirêkên Şengalê vê tifaqê esas bigire. 

Ji bo avakirina yekîtiya hemû pêkhateyên Şengalê gelek hewldan hatin kirin.

24’ê Hezîranê ev hewldan bi encam bûn û tifaqeke siyasî û civakî çêbû.

Tifaq bi navê Koordînasyona Hêz û Pêkhateyên Neteweyî hat ragihandin.

Ji aliyê ol û baweriyan ve nûnerên Şîa, Sune, Mesîhî û Êzdî beşdarî tifaqê bûn.

Ji aliyê hêzên siyasî ve jî PADÊ, Teqeddûm û YNK beşdar bûn.

Van hêzan ji nû ve avakirina Şengalê xala sereke destnîşan kirin.

Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Xwedêda Ilyas derbarê mijarê de axivî.

Xwedêda Ilyas behsa avabûna vê tifaqê û armancên wê yên esasî kir û got:

”Pêngava avakirina Şengalê wê xurt bibe”

”Ev 9 sal in kar û xebat li Şengalê di nav şertên zehmet de pêş diketin.

Hinek alî nedixwestin kar û xebat were meşandin.

Lê îro gelê Şengalê dixwaze peywendiya xwe xurt bike.

Ji bo wê hemû ol, bawerî û aliyên siyasî yên Şengalê beşdarî vê tifaqê bûn.

Yek ji xalên peymana vê yekîtîyê ew e ku vegera gelê Şengalê were pêşxistin.

Xala duduyan jî avakirina Şengalê ye.

Ya sisyan jî avakirina îdareya Şengalê ye ku hemû sazî ji gel re kar bikin.”

”Kes nikare rê li ber tifaqê bigire”

Xwedêda Ilyas ji bo çareserkirina pirsgirêkên Şengalê bang kir û ev peyam da:

“Şengal di zor û zehmetiyan re derbas bû.

Divê hemû aliyên siyasî êdî girîngiyê bidin Şengalê.

Ev tifaq li ser berjewendiyên gelê Şengalê hatiye avakirin.

Dema tifaqî çêbû kes nikare rê li ber wê tifaqê bigire.

Em bang li hikumeta Iraqê dikin ku ji bo çareserkirina pirsgirêkên Şengalê, vê tifaqê esas bigire.”

Back to top button