Bi boneya Cejna Qurbanê re, Rêveberiya Xweser çend biriyar belav kirin.
Vê sibehê jî Desteya Karên Navxweyî diyar kir ku ji sibê de, tevgera barhilgir û kamyonan heta bi 1ê Tîrmehê tê rawestandin.
Her wekî, ji îro saet 6’ê sibehê heta roja Şemiyê ango 1’ê Tîrmehê, nabe motorskilêt tev bigerin.
Li gor birîyara Desteya Karê Hindir, dergehên sînorî li pêş bazirganiyê tên girtin, lê tevgera sivîlan wekî xwe dimîne.