Jinên Şengalê: Divê em li herdera lêne li dijî tecrîdê têbikoşin

Jinên Şengalê diyarkirin ku ewê xwe li ser fikrê Rêber APO perwerde bikin û bi pêkanîa fikrê wî tecrîdê valaderxînin.

Jinên Şengalê derbarê tecrîdê de ji ajansa Rojnewsê re axivîn.

Jina bi navê Emşê Korkorkî derbarê mijarê de axivî û wiha got:

“Divê her jinek xwe perwerde bike û bibe xwedî hêz û îrade.

Ji bo em bikaribin azadiya fîzîkî ya Serokatî bi dest bixin, divê her jinek xwe perwerde bike û bibe xwedî hêz.

Û em fikrê Rêber Apo Ne tenê şengal û Kurdistanê li her derê cîhanê belav bikin.

Tiştê herî girîng ji bo me jinan ewe ku em xwe li ser fikirê Rêbertî perwerde bikin”

Jina ciwan ya bi navê Nahîde Xelîl jî diyar kir ku wê li ser fikrê Rêber Apo xwe û civaka xwe perwerde bikin, li hember polîtîkayên qirkirinê bi pêkanîna fikrê wî xwe biparêzin.

Rojnamevan Yanardag: Tecrîda li dijî Ocalan bê hiquqî ye divê bê rakirin

Back to top button