Wezîrê Tenduristiyê yê Iraqî istifa kir

Piştî bûyera şewatê ya li Nexweşxaneya Ibn El-Xetîb ya Bexdayê rû dabû, Wezîrê Tendirustiyê yê Iraqê Hesen Temîmî îstifaya xwe ragihand. 

Buroya Serokwezîrê Iraqê Mistefa el-Kazimî ragihand ku Meclisa Wezîran têbîniyên “Komîteya Lêpirsînê ya Taybet bi Şewata Nexweşxaneya Ibn el-Xetîb” xist dengdanê.

Li jêr vê dengdanê, rêzeceza der heqê berpirsên nexweşxaneyê de derketin û biryara rawestandina wezîrê tenduristî û parêzerê Bexdayê hat betalkirin.

Lê Wezîrê Tenduristiyê Hesen Temîmî piştî vegeriya karê xwe bi saetekê, istifa kir û Kazimî jî istifaya wî qebûl kir.

24 Nîsanê şewatek ecêb li Nexweşxaneya Ibn el-Xetîb çêbû û tê de 82 kesan jiyana xwe ji dest da û 110 kes jî birîndar bûn.

Nûçeyê ji cihekî tenê negirin, ji gelek deveran bînin. (Ji ber her ajansek li gorî siyaseta xwe nûçeyê bi par ve dike û agahiyan li gorî siyaseta xwe dide)

Back to top button