Tîma Zeytûnê ji Şamê mizgîniya superlîga Sûrî ragihand

Ji paytexta Sûriyê Şamê, tîmê bajarê Zeytûnê “tîma Efrîn”, dilê Kurdên rojava bi giştî şa kir. Tîma Efrînê hat pêşberî tîma El- Muhafeza û bi encama 1 bê beramber matç qezenc kir. 

Tîma Efrînê matça xwe ya herî zehmet, çarenûsî û biryardar di lîga Sûrî ya futbolê ya pileya yekem de lîst.

Lîzerên Efrînê ji ber ku tîma Muhafeza bi şêweyê parastinê dilîstin, gelek zehmetî kişandin.

Di deqeyên dawîn ên nîvê duyem a matçê de, lîzerên Efrînê sûd ji kornerê dît û tora El-Muhafeza bi golekî xweş hejand.

Bi vê serkeftinê, tîma Zeytûnê cara sêyemîn e di dîroka xwe de bi mafdarî derbasî superlîgê Sûrî dibe.

Back to top button