Artêşa Îsraîlî dîsa êrîş anî ser hin deverên Sûriyê û tê de, sivîlek hat kuştin û jimarek birîndar bû.
Ajansa nûçeyan SANA ya hikumeta Şamê ragihand ku berbanga vê sibehê, pergala parastina asmanî ya hikumetê, êrîşên artêşa Îsraîlê şikand û hin mûşek anîn xwarê.
Ajansê diyar kir ku ev êrîş bajarên El-Hefe yê Laziqiyê û Misyaf yê Hemayê kirin armanc.
Her wiha mûşekek li kargeheke plastîkê li Laziqiyê jî ket û di encamê de şewat çêbû.
Li gorî SANAyê, di encama van êrîşan de, sivîlek hat kuştin û 6 jî birîndar bûn.