Weke her carê artêşa Tirk a dagirker herêm da ber topên xwe û herî dawî gundewarê Minbicê topbaran kir.
Meclisa Leşkerî ya Minbicê ragihand ku çeteyên dewleta Tirk ên li gundê Toxara Biçûk ê li bakur-rojhilatê bajarê Minbicê bi cih bûne, êrîş bir ser gundê Catê yê li heman devera bajêr.
Meclisê diyar kir ku çeteyan çekên sivîk û navîn di êrîşa xwe de bi kar anîn.
Duh jî êrîşên dagirkeriyê li ser navçeya Şera ya Efrînê û gundên wê Merenaz û Alqemiyê hebûn.