Tîma Zeytûnê ji Şamê mizgîniya superlîga Sûrî ragihand û dilê hezkiriya şa kir

Îro ji paytexta Sûriyê Şamê, tîmê bajarê Zeytûnê tîma Efrîn dilê Kurdên rojava bi giştî û yê Efrîniyan bi taybetî şa kir. Tîma Efrînê li Şamê hat pêşberî tîma El- Muhafeza û bi encama 1 bê beramber matç qezenc kir.

Bi vê serkeftinê tîma Zeytûnê cara sêyemîn e di dîroka xwe de bi mafdarî derbasî superlîgê Sûrî dibe.

Piştî 11 salan careke din tîma Efrînê bi hêz vegerî Sûperlîga Sûrî.

Îro tîma Efrînê matça xwe ya herî zehmet, çarenûsî û biryardar di lîga Sûrî ya futbolê ya pileya yekem de lîst.

Di qonaxa hatinê ya gera biryardar ya derbasbûna sûperlîga Sûrî de, li Şamê bû mêvanê tîma El-Muhafeza.

Tîma Efrînê bi ruhê serkeftin û hêviyên hezkirî û alîgirên xwe lîst.

Tîma Muhafeza jî bi mebesta parastina encama 1-1 a matç çûnê lîst.

Lîzerên Efrînê ji ber ku tîma Muhafeza bi formasyona parastinê dilîstin, gelek zehmetî kişandin.

Tîma Muhafeza li gel plana berevaniya encama matça derbasbûyî giraniya xwe da êrîşên dijber, lê wê jî nikarî golê misogeriya derbasbûnê bîne.

Di deqeya dawîn ên nîvê duyem a matçê de lîzerên Efrînê sûd ji kornerê dîtin û tora El-Muhafeza bi golekî xweş hejand.

Tîma Efrînê matç bi encama 1 bê beramber qezenc kir û wekî cara sêyemîn derbasî sûperlîga Sûrî dibe.

Back to top button