Di êrişa hikumeta Şamê li dijî Idlibê de 14 kes birîndar bûn

Hêzên hikumeta Şamê êrişî cihên sivîlan li Idlibê kir.
Çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam li Laziqiyê bi ser xalan hêzên hikumetê de girt.
Li çola Humsê di navbera hêzên hikumetê û çeteyên DAIŞ’ê şer derket.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku hêzên hikumeta Şamê bi moşekan êrişî Idlibê kir.

Taxên Şêx Tilt, Sîna, Wadî Nesîm û herêma nêzî sûkê bajêr bûn armanca êrişê.

Di encamê de 14 kes birîndar bûn.

Ev dane ne ya dawî, ji ber ku êrişê dewam dikin, lewma dibe hejmara kuştî û birîndaran zêde bibe.

Li Laziqiyê 6 leşkerên hikumeta Şamê hatin kuştin

Piştî vê êrişê çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam li gundewarê bakurê Laziqiyê bi ser nuteyên hêzên hikumeta Şamê de girtin.

Di encamê de yek ji wan efser 5 leşkerên hikumeta Şamê hatin kuştin.

Her wih vê sibê jî li heman deverê leşkerekî hikumeta Şamê ji aliyê çeteyan bi sekfanî hate kuştin.

Li Humsê çeteyên DAIŞ’ê û hêzên hikumetê şerkirin

Li aliyê çolistana Sûriyê jî dinavbera hêzên hikumeta Şamê û çeteyên DAIŞ’ê şer heye.

Li çola El-Sexne ya li Humsê di navbera hêzên hikumetê û çeteyên DAIŞ’ê şer derket.,

Di encmaê de, 2 leşkerên hikumetê û çeteyek hatin kuştin û 3 leşkerî birîndar bûn.

Back to top button