Çalakiya greva birçîbûnê ya li Til Hemîsê di roja 2.de bi dawî bû

Xelkê herêmê bi hemû pêkhateyên xwe ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo di nava çalakiyan de.
Çalakiya greva birçîbûnê ya ku li Til Hemîsê hatî destpêkirin di roja 2. de bi daxuyaniyekê bi dawî bû.
Di daxuyaniyê de hate gotin: “Ji bo azadiya fîzîkî ya rêber Apo ew ê çalakiyên me her lidar bin.”

Gelê herêmê bidaxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo di nava çalakiyan de ne.

Piştî Dêrik, Girkê Legê û Qamişlo çalakiya greva birçîbûnê li Til Hemîs hate lidarxistin.

Di roja duyem a çalakiyê de bi sedan xelkê navçeya Til Hemîs, endamên saziyên sivîl û nûnerên partiyên siyasî beşdarî bin konê çalakiyê bûn.

Li bin kon endamê ekadîmiya Civaka Demokratîk li Til Hemîsê Mensûr Ebdullah axivî û got:

“Bi fikir û felsefeya Rêber Apo guhertin mezin di civakê de çêbûn û têkiliyên di navbera pêkhateyên herêmê de xurtir bûn.”

Hevserokê Meclisa bajarokê Ebû Cirin ya Til Hemîsê jî teqez kir ku ew ê çalakiyên wan hate azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bibe li dar bin.

Pişt re daxuayniyek hate dayîn û wiha hate gotin:

“Ji bo şikendandina tecrîda li dijî Rêber Apo û azadkirina wî em ê hevgirtin û yekîtiya xwe xurt bikin û têbikoşin.”

Çalakiya grevê di roja 2. de bi govend û stranan bi dawî bû.

Tê payîn ku wê sibe çalakiya grevê li Amûdê li qada Jina Azad destpê bike.

Back to top button