Rewşa Jinên Sûriyê di formekê de li Tebqayê hat niqaşkirin

Meclisa Kombûna jinan ya Zenûbiya bi dirûşmeya “Li Dijî Koletî, Eşqa Jiyana Azad” forumek li Tebqayê li darxist.
Forum bi ramanca niqaşkirina rewşa jinan sûriyê yên li herêmên rêveberiya Xweser, herêmên dagirkirî û yên di bin kontrola hikumeta şamê pêk hat.
Jinan di komxebatê de îşart bi bilindkirina têkoşînê ji bo xwegihandina azadiya jin û rêber Apo kirin.

Ji bo ronîkirina rewşa jinan a li Sûriyê Kombûna jinan ya Zenûbiya bi dirûşmeya “Li Dijî Koletiyê, Eşqa Jiyana Azad” forumek li Tebqayê li darxist.

Gelek sazî û rêxistinên jinan ên herêmên rizgarkirî beşdarî forumê bûn.

Tê de li ser rewşa jinên li herêmên rêveberiya Xweser, herêmên dagirkirî û herêmên hikumeta Şamê hat niqaş kirin.

Her wiha xebatên salekê yên mîna konferans, komxebat û panêlên yên meclisa kombûna jinan ya zenûbiya hatin nirxandin.

Jinan li ser Paradîgmeya rêber Apo ya derbarê azadiya jinê jî rawestiyan.

Nêrîn û midaxeleyên beşdaran hatin girtin.

Jinên beşdar diyar kirin ku ew hewl didin hemû jinên sûriyê û cîhanê bighînin azadiya wan û bi hev re li dijî her cure tundî, kuştin, dagirkerî û revandinê têbikoşin.

Endama Meclisa kombûna jinan ya Zenûbiya Xaliya Mihemed balkişand ser rewşa jinên li hermên rizgarkirî.

Xaliya Mihemed diyar kir ku jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi saya keda rêber Apo azadiya xwe bi dest xistiin.

Forum bi gelek encaman bi dawî bû ji wan:

  • Blindkirina têkoşînê ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan.
  • Zêdekirina xebatan ji bo belavkirina feraseta malbata demokratîk.
  • Têkoşîna li dijî her cure tundî û cudakariya li ser jinan.

Back to top button