Li Til Hemîs çalakiya greva birçîbûnê

Li herêmê piştgiriya Pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî” zêde dibe.
Ji bo piştgiriya pêngava cîhanî a azadiya Rêber Apo xelkê Til Hemîs bi çalakiya greva birçîbûnê bersiv da girtiyan.
Xelkên Til Hemîs banga azadiya fîzîkî ya Rêber Apo kirin.

Ji bo piştgiriya pêngava azadiya Rêber Apo û çalakiya girtiyan li navçeya Til Hemîs çalakiya greva birçîbûnê ya 2 rojan hate lidarxist.

Bi dehan ji şêniyên navçeyê û gundên derdorê beşdarî geravê bûn.

Di axaftinên ku di çalakiyê de hate kirin wiha hate gotin:

“Tecrîda li dijî Rêber Apo tecrîdeke li dijî hemû gelên ku bi fikrê wî bawere.

Divî aliyên peywenîdar rewşa tenduristiya Rêbertê bi raya giştî re aşkere bikin.”

Her wiha xelkên Til Hemîs eşkere kirin ku ew ê ji bo azadiya Fîzîkî ya Rêber Apo asta berxwedan û tekoşînê bilindtir bikin.

Îro çalakî di roja yekem bi sivîzyonek li ser berxwedana girtiyan di zindanan de, bi dawî bû.

Beriya niha çalakiya greva birçîbûnê ya 2 rojan li Qamişlo, Girkê Legê û Dêrikê hatibû lidarxistin.

Li Qamişlo çalakiya greva birçîbûnê di roja duyemîn de didome

Back to top button