Şêniyên Şehba cenazeyê şehîd Dilpak Efrîn oxir kirin

Li Şehba û Tirbespiyê bi merasîman cangoriyê azadiyê sipartina axê.
Li Kobanê jî şehîdên Tevgera Ciwanan di salvegera şehadeta xwe ya duyemîn de hatin bibîranîn.

Şervanê YPG’ê Dilpak Efrîn 14’ê Kanûna 2023’an dema li ser erka xwe bû şehîd bû.

Bi sedan şêniyên Şehba û Efrînê ji bo oxirkina şervanê YPG’ê Dilpak Efrîn li goristana şehidan kom bûn.

Di merasîman de peyama dilsozî ya bi şehîdan re hate dayîn û sersaxî ji malbata şehîd re hate xwestin.

Her wiha li dijî dorpêça hikumeta Şamê ya li ser herêmê jî bertek hatin nişandan.

Piştre, wesîqeya şehadetê hate xwendin.

Li Tirbespiyê sehîd Silêman El Salih hate oxirkirin

Şêniyên navçeya Tirbespiyê ji bo oxirkirina şervanê Hêzên Erka Xweparestinê Silêma El Salih li goristana Şehid Dilşêr kom bûn.

Şehid Silêman El Salih di encama nexweşiyê de şehîd bûbû.

Di merasîmê de endamê Komîteya Têkiliyên Giştî ya Meclisa Leşkerî Mihemed Zêdan diyar kir ku bi her şehîdekî/ê re îsrara wan a domandinê têkoşînê xurtir dibe.

Piştî axaftina, wesîqeya şehadetê hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.

Paşê xalê şehîd Ferhan El Hezai axivî got,

Wê xeta şehîd bidomînin û bi serketinê tacîdar bikin.

Li Kobanê şehîdên Tevgera Ciwanan hatin bîranîn

Li Kobanê jî merasîma bîranîna şehîdan hebû.

Du sal beriya niha di êrîşa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker ya li dijî navenda ciwanan a kobanê de 6 ciwna şehîd bibûn.

Bi boneya salvegera duyemîn a şehadeta wan, Yekitiya Jinên Ciwan a Kantona Kobanê û Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê merasîmek biranînê li dar xist.

Rêvebera Ofîsa Jinan a Desteya Ciwan û Werzîşê Jîn Îbrahîm jî got:

Wan her 6 hevalan ji bo azadiya gelê xwe her tim di rêya azadiyê de meşiyan û ala serkeftinê hildan.

Dawiyê de sînevîzyonek li ser jiyan û xebatên her şeş şehîdan hat pêşandan.

Back to top button