YPG’ê nasnameya şehîdekî eşkere kir

Navenda Ragihandinê ya YPG′ê bi daxwiyaniyekê nasnameya şehîdekî xwe eşekre kir.

Navendê derbarê şehadeta şervanê xwe Dilpak Efrîn daxwiyaniyek da û ev agahî parve kir:

“Şervanê me Dilpak Efrîn roja 14’ê Kanûnê li Helebê, di encama qezayekê de şehîd bû.

Heverêyê me Dilpak Efrîn, ji malbateke welatparêz a ji Efrînê ye.

Bi tevlêkirina xizmên xwe yên di nav refên şoreşê de jî tê naskirin.

Hevrê Dilpak di temenekî ciwan de tev lê dibe da ku ji bo ji êş û azara gelê me yê Efrînê re bibe bersiv.

Heya kêliya xwe ya dawîn bi xwesteka bi gelê xwe re vegere ser axa rizgarkirî ya Efrînê têkoşiya.”

Navendê tekez kir ku ew ê xeyalên şehîdên xwe teqez bi cih bînîn.

Li gor daxwiyaniyê nasnameya şehîd wiha ye:

Nasnav: Dilpak Efrîn
Nav û Paşnav: Diyar Sîdo
Navê Dayikê: Hind
Navê Bav: Horîk
Cih û Dîroka Şehadetê: Heleb, 14 Kanûn 2023

Back to top button