Rojnamevan û nivîskarên Misrî Îlhamî El Melîcî, Farnaz Etiye û Dr.Muxtar Xebaşî destnîşan kirin ku Rêber Apo sembola têkoşîna mafên mirovan e û wiha gotin:
“Bi azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan re wê gelê Kurd û bi giştî gelên Rojhilata Navîn bi hev re û wekhev bijîn.”
Ev 33 mehe agahî ji Rêber Apo nayê girtin
Serlêdanên hevdîtinê yên malbat û parêzerên Rêber Apo bi hinceta “cezayên dîsiplînê” nayên qebûlkirin.
Li dijî tecrîdê pêngava”Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî” didome.
Rojnamevan-Nivîskar û lêkolînerê siyasî yê Misrî Îlhamî El Melîcî, Farnaz Etiye û Dr.Muxtar Xebaşî têkildarî tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo axivîn.
Îlhamî El Melîcî: Abdullah Ocalan dikare gelek pirsgirêkan çareser bike
Rojnamevan-Nivîskar û lêkolînerê siyasî yê Misrî Îlhamî El Melîcî diyar kir ku divê tecrîda li ser Rêber Apo bi dawî bibe û wiha got:
“Birêz Abdullah Ocalan rêberek e ku dikare gelek pirsgirêkan bi rêyên demokratîk çareser bike.
Bi azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan re wê gelê Kurd û bi giştî gelên Rojhilata Navîn bi hev re û wekhev bijîn. ”
Farnaz Etiye: Divê her kes azadiya Abdullah Ocalan bixwaze
Profesora zanistên siyasî Dr.Fernaz Etiya Ehmed jî bal kişand ser têkoşîna azadiya jinê ya Rêber Apo û wiha anî ziman:
“Projeya neteweya demokratîk a birêz Abdullah Ocalan projeya herî mezin a ji bo jiyana hevpar a gelan hatiye pêşxistin.
Lewma divê her kes azadiya fîzîkî ya birêz Abdullah Ocalan bixwaze.
Divê civaka navneteweyî û hemû sazî û rêxistinên wê piştgiriyê bidin vê daxwaza mafdar.
Birêz Abdullah Ocalan rêberê ku ji bo mafên jinan têdikoşe û ji bo hemû gel bi hev re, wekhev û azad bijîn li ber xwe dide.
Birêz Abdullah Ocalan bû sembola têkoşîna mafên mirovan.”
Muxtar Xebaşî: Armanca me azadiya Abdullah Ocalan e
Dr. Muxtar Xebaşî jî eşkere kir ew ji bo Abdullah Ocalan ku bûye sembola çareseriya pirsgirêka Kurd, azadiyê dixwazin.
Rewşenbîrên Ereb: Divê her kes ji bo azadiya Abdullah Ocalan karbike