Rewşenbîrên Ereb: Divê her kes ji bo azadiya Abdullah Ocalan karbike

Rewşenbîrên Ereb diyar kirin ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ji bo pirsgirêkên Rojhilata Navîn çareseriyeke mayînde ye û bang li her kesî kirin ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo rabin ser piyan.

Di çarçoveya Roja Mafên Mirovan a Cîhanê de nivîskar, lêkolînerê siyasî û karmendê medyayî yê Misirî Îlhamî El-Melîcî, Ji Beşa Zanistên Siyasî Dr.Fernaz Etiye û Cîgirê Serokê Navenda Erebî ya Lêkolînên Stratejîk Dr.Muxtar Xebaşî derbarê geşedanên ku Rêber Apo pêşkêşî hemû civak û gelên cîhanê kiriye û tecrîda li Îmraliyê axivîn.

“Azadiya Ocalan ji bo pirsgirêkên Rojhilata Navîn, çareseriyeke mayînde ye”

Lêkolînerê siyasî û karmendê medyayî yê Misirî Îlhamî El Melîcî Rêber Apo weke kesayeteke têkoşer pênasekir û wiha got: “Abdullah Ocalan kesayetek bêhempa ye, têkoşer û şoreşgerekî qayîm e.

Azadiya fîzîkî ya nivîskar, rêber û fîlozof Abdullah Ocalan, ji bo pirsgirêka Kurd çareseriyeke mayînde ye.

Lewma divê Abdullah Ocalan were berdan.”

Fernaz Etiye: Projeya Netewa Demokratîk di jiyana hevbeş de projeya herî mezin e

Ji Beşa Zanistên Siyasî Dr.Fernaz Etiye bal kişand ser têkoşîna Rêber Apo a ji bo mafên jinan, wekhevî û jiyana hevpar a aştiyane û ev nirxandin kir:

“Di vê demê de divê em daxwaza azadiya birêz Abdullah Ocalan bikin û baweriya xwe bi vê yekê teqez bikin.

Hemû rêxistin û saziyên civaka navdewletî divê li pişt vê daxwaza mafdar bibin yek.

Birêz Abdullah Ocalan bal kişand ser mafên jinan.

Her wiha bal kişand ser jiyana hevbeş a aştiyane, azadî û demokrasiyê.

Abdulah Ocalan sembola hebûna mafê mirovan e, ne guncaw e ku di zindanekê de were girtin û dûrî malbat û derdorê be.”

Muxtar Xebaşî: Divê gelê Kurd ji bo Rêber Abdullah Ocalan rabe ser piyan

Cîgirê Serokê Navenda Erebî ya Lêkolînên Stratejîk Dr.Muxtar Xebaşî jî diyar kir ku Rêber Apo li seranserê cîhanê bûye sembola çareseriya doza Kurdî û wiha got:

“Ev kes di bin şert û mercên lihevkirinek bêhempa ya navneteweyî û herêmî de hate girtin.

Birêz Ocalan di nava 25 salan de pir kêm caran bi malbata xwe re têkilî danî.

Mafê wî yê hêviyê li gorî qanûnên Ewropa, Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa yan jî rêgezên parêzvaniya dadperweriyê pêk nayê.

Em bang li gelê Kurd dikin ku ji bo azadiya Rêber Abdulah Ocalan rabe ser piyan.”

Back to top button