Ev 51 rojin agahî ji Silêman Ehmed nayê girtin

Ji Rojnemevan Silêman Ehmed ev 51 rojin agahî nayê girtin.
Di derbarê revandina Rojnemevan Silêman Ehmed de Hunermend Yasîn Hesen diyar kir ku revandina Silêman Ehmed Şermeke mezine.
Di heman demê de jî Yek ji parêzerên Silêman Ehmed, Nerîman Ehmed li ser rewşa Silêman Ehmed daxuyaniyek da.

Edîtorê beşa Erebî ya ajansa Rojnews’ê Silêman Ehmed ji aliyê PDK’ê ve hatiye revandin û ev 51 rojin agahî jê nayê girtin.

Her ku diçe guman û fikir li ser jiyana Silêman Ehmed zêde dibe.

Hunermend Yasîn: Revandina Silêman Ehmed şermek mezin e

Di derbarê mijara revandina Silêman Ehmed de Hunermend Yasîn Hesen axivî û got:

“Şerm û eybek mezine ji bo vê desthilatê, divê demek ji ya din zûtir Silêman were berdan.”

Hunermend Yasîn Hesen di dawiyê de bang li Cîhanê kir zextê PDK’ê bikin da ku Silêman Ehmed zûtirîn dem de were berdan.

Nermîn Ehmed: Em hewil didin ku Silêman Ehmed bibînin

Li ser heman mijarê Yek ji parêzerên Silêman Ehmed, Nerîman Ehmed daxuyaniyek da û got:

“Ji dema revandina Silêman Ehmed ve, me hewl da ku em wî bibînin û dosyeya wî bixwînin, me serdana Asayîşa Giştî ya Duhokê kir.

Di destpêkê de bi hinceta ku ne li wê derê ye, em asteng kirin.

Tevî ku me piştrast kir ew li wê derê ye û agahiyên li ser cihê wî di nav Asayîşa Duhokê de hene, lê piştre wan gotin ku ew li jêr lêkolînê de ye û nayê dîtin.”

Her wiha parêzer Nerîman da zanîn ku wan serdana dadwerê asayîşa Duhokê kir da ku daxwaza dîtina Silêman Ehmed bikin.

Dadwerê asayîşê razî bû û biryar da ku em wî bibînin û piştî ku biryar gihandin Asayîşa Giştî, rê nedan ku em wî careke din bibînin.”

Ji rojnemevan Silêman Ehmed ev 50 rojin agahî jê nayê girtin

Back to top button