Komkujiya Parîsê li gelek welatên Ewropa bi çalakiyên cûda hate şermezarkirin

Salvegera 11’emîn a Komkujiya Parîsê li gelek welatên Ewropa bi çalakiyên cûda hate şermezarkirin.
Di çalakiyan de bang li Dewleta Fransayê hat kirin ku belgeyên têkildarî komkujiyê parve bike.

Salvegera 11’emîn a Komkujiya Parîsê li gelek welatên Ewropa bi çalakiyên cûda hate şermezarkirin.

Li paytexta Yewnanistan Atînayê kurdistanî û dostên wan bi meşekê komkujiya Parîsê şermezarkirin.

Nûrşen Nergis: Ji ber bêcezakirinê komkujiya duyemîn li Parîsê çêbû

Her wiha li bajarê Zurîh yê Swîsreyê jî ji bo şermezarkirina Komkujiya Parîsê doh li pêş Balyozxaneya Fransayê xwepêşandan hate lidarxistin.

Di xwepêşandinê de li ser navê Yekîtiya Jinên Swîsreyê-YJK-S Nûrşen Nergis axivî û got:

“Ji ber bêcezakirinê komkujiya duyemîn li Parîsê çêbû.”

Peywirdarên Balyozxaneyê diyar kirin ku ew ê dosyaya ku ji wan re hatiye pêşkêşkirin wê ji hikûmeta Fransayê re bişînin.

Jinan çelenga reş danîn li ber nûnertiya Fransa ya li Hannoverê

Di heman çarçoveyê de li bajarê Hannover ê Almanyayê jî doh jinan çelenga reş danîn li ber Nûnertiya Fransayê.

Di çalakiyê de dosyayek bi zimanê Fransî jî radestî nûnertiyê hat kirin.

Jinan diyarkir ku heya pêkanîna edaletê ew ê li dijî komkujiyê dengê xwe bilind bikin.

Şehîdên komkujiyên Parîsê li gelek bajarên Almanyayê hatin bibîranîn

Her wiha li bajarê Dresden ê jî bi heman armancê çalakiyeke biranînê hate lidarxistin.

Li paytexta Almanya Berlînê jî şehîdên komkujiya Parîsê hatin bibîranîn.

“Divê Fransa belgeyên têkildarî komkujiyê parve bike”

Her wiha li Fransayê jî şehîdên komkujiyê hatin bibîranîn.

Di bîranînê de bang li Dewleta Fransayê hat kirin ku belgeyên têkildarî komkujiyê parve bike.

“Divê tavilê Fransa davî li bêdegiya xwe bîne”

Back to top button