Mazlûm Ebdî: Şervan dê ji parastina girtiyên DAIŞ’ê biçin parastina sînor

Fermdandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî têkildarî êrîşên Dewleta Tirk û helwesta Emerîka destnîşan kir ku, ev yek baweriya Sûriyan bi Emerîkayê dişkîne, Ebdî, teqez kir ku hiştina şervanên ku şerê DAIŞ’ê kirine, pirsgirêkeke mezin e.
Fermandar Ebdî her wiha ragihand, ev yek dihêle ku, ji bo şerê hêzên Tirkî bikin, bi Rêjîma Sûrî re bikevin hemahengiyê.

 

Şervanên ku li dijî terorê şer kirine aniha bi şerekî mezin re rû bi rû tên.

Ev pirsgirêkeke mezin e.. kes alîkariyê nake.

Fermandarê giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê Mazlûm Ebdî wiha ji malpera NBC news re got.

Ev axaftin, piştî daxuyaniya Trump bi çend saetan, hat gotin.

Ebdî diyar kir, hêzên ku pasdariya girtiyên DAIŞê dikirin ji ber êrîşên dewleta Tirk wê berê xwe bidin ser sînor.. ev pirsgirêkeke mezin e.

MAZLÛM EBDÎ: BIRYARA TRUMP BAWERIYA SÛRÎ BI EMERÎKAYÊ DIŞKÎNE

Malpera Emerîkî dibêje, ku bi vekişîna ji herêmê, Emerîka dê piştî têkoşîna bi QSD’ê a çend salan, pişta xwe bide wan û wan bi tenê li hemberî şerê Tirkiyê bihêle.

Ebdî got:

Bi rastî ev yek dihêle em bêhêvî bin.. ev biryar baweriya Sûrî û Emerîkî bi Rêveberiya Emerîkayê dişkîne.

Şervanên ku mil bi mil li gel Emerîka şerê DAIŞ’ê kirin, êdî jiyana wan di metirsiyê de ye.

MAZLÛM EBDÎ: JI BO ŞERÊ LI DIJÎ TIRKAN, EM BI KOORDÎNEYA BI REJÎMÊ RE DIFIKIRIN

Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî ragihand ku piştî van geşedanan, ew careke din bi mijara berî çend salan difirkirin.

Ew jî ku bi serokê Rêjîma Sûriyê Beşar Esed li dijî hêzên Tirkî şer bikin.

Ev yek li ser maseyê ye.

Fermandar Ebdî destnîşan kir ku ew ji vê êrîşê bifikar in û bang li xelkên Emerîkayê kir da fişarê li Trump bikin û li biryara xwe vegere.

Leave a Reply

Back to top button