Kampanya îmzeyan a ji bo qedexekirina qada ezmanî ya Rojava li Silêmaniyê dewam dike.
Ji bo qedexekirina qada ezmanî ya Bakur Rojhilatê Sûrî li pêş balefirên Tirkiye kampanyek îmzeyan li Silêmaniyê hatiye destpêkirin.
Kampaniya îmzeyan 4 rojin dewam dike
Kampaniya li ber Parka Nalî tê lidarxistin û îro di roja xwe ya 4’an de dewam dike.
Di roja 3’an a kampanyê de ji bilî welatiyan hejmarek ji endamên KNK’ê jî serdana standa îmzeyan kirin.
Endamê KNK’ê Şêrko Mihemed Emîn daxwaz ji welatiyan kir piştgiriya kampanyê bikin û bi avêtina îmzeyek erkê xwe yê nîştimanî pêk bînin.
Hêjayî bîrxistinê ye ku ev kampanya ji aliyê Eniya Piştevaniya li Rojavayê Kurdistanê ve hatiye destpêkirin.