Artêşa dagirker gundewarê Til Rifet û Şehbayê topbaran kir

Êriş û topbarana artêşa dewlet Tirk a dagirker êdî rojane bû ye.
Dagirkeriya Tirk Til Rifet û gundewarê Şehbayê tobparan kir.

Dewleta Tirk a dagirker bi dijwarî navçeya Til Rifet û gundê Bêlûniyê û Şêx Îsa yên herêma Şehbayê topbaran kir.

hate ragihandin zêdetirî 180 top li herêmê ketine.

Di heman wextê de artêşa dagirker derdora kampa Eyn Îsa jî topbaran kir.

Artêşa Tirk gundê ereb hesen ê Minbic topbaran kir

Meclisa Leşkerî ya Minbicê jî ragihand ku dewleta Tirk doh êvarê gundê Ereb Hesen ê bakurê bajêr topbaran kir.

Meclisê got:

“3 top li malên welatiyan ket ku di encamê de tirs û xof li nava xelekê belav bû.”

Her wiha di daxuyaniyê de hate bibîrxstin ku ev sûcên li dijî gundên tijî şênî li gel bêdengiya civata navneteweyî didomin.

Back to top button