Ciwanên Şoreşger li Minbicê bi meşekî komplo şermezar kir

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Minbic û gundewarê li Minbicê bi meşekî meşaleyê tecrîda li ser Rêber Apo şermezar kir.

Meş bi dirûşma “Dem dema azadiya rêber Apo ye, Werin cenga azadiyê” ji erxerêya Mîzan a rojavayê bajêr destpêkir heta navenda ciwanan berdewam kir.

Li wir li ser navê ciwanên Şoreşger daxuyaniyek hate dayîn.

Ciwanan komploya navneteweyî şermezar kirin û gotin:

“Fikrê rêber Ocalan ji her kesekî re azadiyê misoger dike, lê belê ev yek li xweşiya pergalên kapîtalîst neçû, ji ber wê komplo pêk anîn.

Lê Rêber Apo bi fikrê xwe koplo bê wate kir, dîwarên Îmraliyê hilweşand. Fikrê wî îro di nav gelên li heremê û Cîhanê belav bûye.”

Îro li bakur û Rojhilatê Sûrî bi saya Fikrê Rêber Ocalan em li hember faşîzma Tirkiyê bi ser ketin.

Ciwanan bang li tevahî gelên bindest û azadî xwaz kir ku li hember komployê bisekinin û bi erka xwe rabin

Di dawî de Ciwanan teqezkirin ku ewê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan her li qadan bin û têkoşîna xwe di her alî de bilintir bikin.

Back to top button