Dewleta Tirk nuqteyeke hikumeta Şemê li Kobanê bombebaran kir

Îro jî dijî gundên bakur û rojhilatê Sûriyê, êrişên dagirkeriya Tirk hebûn.
Dewleta Tirk bi bombebaran û topbaranê gundên kobanê û navçeya Şer kirin hedef.
Di êrişan de leşkereke hikumeta Şamê birîndar bû.

Balafireke bêmirov a dewleta Tirk nuqteyeke leşkerên hikumeta Şamê a navbera gundê Koran û Xerbîsan ên Kobanê bombebaran kir.

Li gorî agahiyan, di encama bombebaranê de, leşkerekî hêzên hikumeta Şamê birîndar bû.

Dewleta Tirk gundên Şera topbaran kirin

Her wha dagirkeriya Tirk gundên Elqemiye û Malikiyê yên navçeya Şera topbaran kirin

Beriya wê jî balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker noqteyeke hêzên hikumeta Şamê ya li gundê Elqemiye bombebaran kir.

Di danê êvarê de jî dagirkeran gundê nuqteyeke hêzên hikumeta Şamê li gundê Tinibê yê navçeya Şera ya Efrînê bombebaran kir.

Di encamê de leşkerekî hêzên Şamê birîndar bû.

Di êrişa artêşa Tirk a li ser Kobanê de welatiyek birîndar bû

Back to top button