2 endamên meclisê yên HDP’ê hatin binçavkirin

Di çarçoveya oparasyonên qirkirina siyasî de, polîsên dewleta tirk li Amedê li ser malan de girt. Tevî endamên Meclisa Şaredariya bajarê mezin yên Amedê 8 kes hatin gritin.

OPERASYONÊN QIRKIRINA SIYASÎ
LI NAVÇEYA LICA AMEDÊ 8 KES HATIN BINÇAVKIRIN

Beriya 3 rojan, li gund û navenda navçeya Licê ya Amedê, leşker û polisan bi ser malan de girtibûn û 12 kesan binçav kiribûn.

Piştî bidawîbûna îfadeyên wan ên li navenda polîsan her 12 kes jî sewqî edliyeyê hatin kirin.

Ji van 8 kes îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’ hatin girtin û 4 kes jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan.

ZEXTÊN AKP’Ê LI SER HDP’Ê
2 ENDAMÊN MECLISÊ YÊN HDP’Ê HATIN BINÇAVKIRIN

Doh jî Endamên meclîsê yên HDP’î Şahîn Saglam û Ridvan Ezer di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî di encama serdegirtina li malên xwe de hatin binçavkirin.

Her wiha di serdegirtinê de hevsera Ridvan Ezer jî hate binçavkirin.

Hate ragihandin ku hevsera Ezer demeke kurt piştî ku birin emniyetê hate berdan, lê endamên meclîsa şaredariyê li navenda rêveberiya polîsan ya li bajêr tên girtin.

Leave a Reply

Back to top button