Dorpêça li ser taxên Kurdan ên li Helebê

Li taxên kuran Eşrefiye û Şêxmeqsûd ên Helebê ji ber polîtîkayên dorpêçê yên Hikûmeta Şamê şaredariya van her du taxan neçar ma ji ber kêm mayîna mazotê parkirina kehrebê ji 5 saetan daxist 2 saetan. 

Ev demeke Hikûmeta Şamê dorpêça li ser taxên kuran Eşrefiye û Şêxmeqsûd girankiriye.

Pirsgirêka sereke ya nebûna mazotê hiştiye ku jiyan li heremên navborî bisekine.

Piştî saet 9 ê êvarê tarî li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê dadikeve û tevgera dikandaran disekine.

Şêniyên her du taxan dabara xwe ya kehrebê bi jeneratorên ku bi sotemeniyê dixebitin tînin.

Di taxê de 66 jenerator hene ku bi salane li ser van debara xwe dikin.

Lê îro Pêdiviya van jeneratoran bi sotemeniyê heye

Şaredariyan her du taxan ji ber kêm mayîna mazotê parkirina kehrebê ji 5 saetan daxist 2 saetan.

Ev sîstema nû hişyariyê dide li ser qutbûneke tam mîna kantona Şehba, ku xelkê wê ji 27ê Nîsanê ve tûşî qutbûna elektrîkê bûne.

Ev yek dê bandoreke neynî li karê xizmetguzarî û tenduristiyê, dezgehên pîşesazî û nanpêjgehan bike û wan ji kar rawestîne.

Rêveberê Şaredariya Gel a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Emîn Alîko diyar kir ku ger dorpêç berdewam bike wê her du tax rastî kerasetên mirovî werin.

Ev polîtîka hikûmata şamê ji Tebaxa 2022’an de di meryetê de ye taybet di van mehên dawî hîn girantir kiriye.

Back to top button