Bi boneya 1’ê Gulanê Roja Karkerên Cîhanî çalakî li gelek deverên herêmê hatin lidarxistin. Di çalakiyan de stran hatin pêşkêşkirin, govend hatin gerandin û hin karker jî hatin xelatkirin.
Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro bi coşeke mezin daketin qadan û Roja Karkerên Cîhanî pîrozkirin.
Li Dirbêsiyê bi armanca pîrozkirina 1’ê Gulanê şehiyek hate lidarxistin.
Di şahiyê de hin karker ji aliyê TEV-DEM’ê hatin xelatkirin.
Li navçeya Tirbespiyê jî gel bi girseyî çûn qada pîrozbahiyê û ev roj pîroz kirin.
Ev der jî Şehba ye, tevî hemû zehmetiyan 1’ê Gulanê bi şehiyekê pîrozkirin.
Xelkê Mibicê jî li qadan bûn û Roja Karkerên Cîhanê pîroz kirin.
Meclisa Dêra Zorê jî şehiyek bi heman boneyê li darxist û diyarî li kedkaran belav kir.