Li Amedê ciwaneke Kurd ji bo şermezarkirina tecrîdê xwe şewitand

Li Amedê ciwanê bi navê Mehmet Akar li ji bo şermezar kirina tecrîda li dijî Rêber Apo li ser Sûrê Amedê agiar berda xwe û xwe şewitand.

Duh êvarê li Birca Keçika a li Sûrê Amedê ciwanekî xwe şewitandibû.

Hat zanîn ku ew ciwanê xwe şewitandiye, Mehmet Akar ê 25 salî ye.

Nameya Akar: Çalakiya min li dijî tecrîdê ye

Derket holê ku Akar li pey xwe nameyek jî hiştiye.

Akar di nameya xwe de diyar kiriye ku wî li dijî tecrîda giran a li dijî Rêber Ocalan çalakiyê li dar xistiye.

Akar nameya xwe bi kurmancî nivîsandiye û wiha dibêje:

“Silav hevalno. Ez dixwazim çalakiya heval Bubo silav bikim. Ji Rêber Apo agahî nayê girtinê. Ne destûra malbata wî ne jî destûra parêzerên wî tê dayîn ku hevdîtinê bikin.

Bêyî ku tu hêncetan nîşanî serlêdanan bikin, hevdîtin tê redkirin. Êdî em ji rewşa tenduristiya Rêber Apo bi fikar in.

Ez jî li dijî vê yekê saet di 21.21’an de li Birca Keçikan a Amedê bedena xwe didim ber agir.

Ronahiya agirê ku digire bedena min bila Îmraliyê ronî bike. Ez hêvî dikim ku wê ev çalakiya min bibe wesîleya azadiya fizîkî ya Rêber Apo.

Bijî Serok Apo
Bijî Serok Apo
Bijî Serok Apo”

Bubo Taş jî di 12’ê çile de bi heman aramcê li Mêrdînê xwe şewitandibû.

Back to top button