Tirbespiyê-Bi xebateke komînal pirsgirêka kehrebê çareser kirin

Şêniyên kantona Qamişlo bi xebateke komînal kehrebe peyda kir û bang li şêniyên hemû gundan kir ku xwe bispêrin hêza xwe û mîna wan bikin.

Li 2 gundên navçeya Tirbespiyê şêniyan gelek xebat bi awayekî xweser û komînal pêk anîn.

Şêniyên gundê Dugurê yê rojavayê navçeya Tirbespiyê û gundê Xirbet El Dîb ê başûr rojavayê navçeyê, bi xebateke komînal 2 jenerator kirîn û li gor pergala ampîran kehrebe li gundên xwe peyda kir.

Hevserokê komîna gundê Xirbet El Dîb Xelîl Miho diyar kir ku şêniyên gund bi hevkariyê hev xwedî li axa xwe derdikevin.

Komîn bingeha çareseriyê û banga xwespartinê ye

Hevserokê komîna gundê Dugurê Mihemed Seîd destnîşan kir ku komîn, bingeha çareseriya pirsgirêkan e ku li gundê wan bi rêya komînê şêniyan gelek xebat ji bo gund pêşkêş kirin

Seîd bang li şêniyên gundên derdorê kir ku di pêşxistina rewşa gundên xwe de xwe, bispêrin hêza xwe û li gor sîstema komîn û Rêveberiya Xweser tev bigerin.

Mihemed Seîd da zanîn ku komîteyên xizmetguzariyê û sotemeniyê yên navçeya Tirbespiyê piştgiriya projeyên wan kirin û ji wan re sotemenî peyda kirin.

Back to top button