YPJ’ê bi daxuyaniyekê şehadeta şervana xwe Rîm Elî El-Casim ragihand.
YPJ’ê eşkere kir ku hevrêya wan Rîm El-Casim 20’ê Tebaxa Îsal di encama qezaya trafîkê de şehîd bû.
YPJ’ê diyar kir ku şehîd Rîm bi xeyalên pêkanîna jiyaneke azad di nava refên YPJ’ê de cihê xwe girt.
Û ji bo xwedîderketina li tekoşîna jinan her kêliya jiyana xwe xist xizmeta şoreşa azadiya gelan.
YPJ’ê anî ziman ku ew ê herdem bi xurtkirina yekîtiya jinên Kurd û Ereb parastina axê bikin.
Li gorî daxuyaniya YPJ’ê nasnameya şehîd wiha ye:
Nasnav: Rîm Elî Elcasim
Nav û Paşnav: Rîm Elî Elcasim
Navê dayîk: Emîra
Navê bav: Elî
Cih û Dîroka şehadete: 20.08.2023