Top û tankên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê topbaran dikin. Navenda Ragihandina QSD’ê encamên êrişên dagirkeriyê ên di 4 û 5’ê Kanûnê eşker kir.
Navenda Ragihand û Çapemeniya QSD’ê bi daxuyaniyekê encamê êirşên dagirkeriyê di şeva 4’ê û roja 5’ê Kanûnê parve kir.
Di daxuyaniyê de ev agahî hatin belavkirin.
- 4’ê Kanûnê-Herêma Cizîrê
Gundên Til Leben, Gozeliye û Depoyên Genim ên Um El Kêf yên Til Temir bi obus, hawn û doçkeyan hatin hedefgirtin.
Gundên navçeya Zirganê û navenda wê 31 carî bi hawanan hatin topbarankirin û bi doçkeyan hatin gulebarankirin.
Hêzên QSD’ê di heman wextê de bersiv dan.
- 4’ê Kanûnê-Herêma Firatê
Gundên Kor Hesen, Bîr Kîno, Erîda û Sileybî ên Girê Spî 6 caran bi obusan û hawanan hatin topbaran kirin.
Rojhilatê bajarokê Eyn Îsa bi doçka û bombeavêjan hatin gullebaran kirin.
- 5’ê Kanûnê-Herêma Efrînê
Gundên Şêx Hîlal, Hirbil, Samuqa, Minnix, Şêx Îsa, Kefer Naya, Seddê Şehba, Kefer Garês, Bênê, Soxaneke, Aqibê, Meyasê, Şewarqa, Malikiye, Îrşadiye û bajaroka Til Rifatê 33 caran bi obusan, 30 caran jî bi hawanan hatin topbaran kirin.
Balafirek bêmirov jî gundê Eyn Deqnê bombebaran kir.
- 5’ê Kanûnê-Herêma Cizîrê
Gundên Um El Kêf, Til Leben, Gozeliye, Şêx Elî û Depoyên Genim ên Um El Kêf yên Til Temir bi obusan hatin topbaran kirin.
- 5’ê Kanûnê-Herêma Firatê
Gundên Zormexar, Çarixlî, Koran, Xerbîsan, Cîşan, Xanê, Qeremox û bajaroka Şiyux ên Kobanê bûn armanca êrişên bi obus û hawanan.
Gundên Til Xan, Dibis, Ebû Sira, Kor Hesen, Seyda û Zenûbiya ên Girê Spî û rêya M4 2 bi obus û hawanan hatin topbarankirin.
Gundên Korheyuk û El Kawiklî ên li Minbicê 7 caran bi obusan hatin topbaran kirin.