HPG: Li Zapê leşkerekî Tirk yê dagirker hate cezakirin

Di çalakiya hêzên gerîla de li herêma Zapê leşkerekî Tirk ê dagirker hate kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî mijare daxuyaniyek da û wiha got:

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de; 5’ê Kanûnê li Qada Berxwedanê ya Çemçoyê, dagirkerekî dixwest sîstema kamera ya mobesse li herêmê bi cih bike, bû hedefa tîmên gerîla yên bi tevger.

Di encama çalakiyê de, dagirkerek hate cezakirin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Savaş Maraş a Cenga Xabûrê de;

Heman rojê li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî jî, hêzên gerîla bi çekên giran li dagirkeran dan.

Der barê êrîşên artêşa Tirk a dagirker de jî HPG’ agahiyên nû parve kir û got:

Artêşa Tirk a dagirker Qadên Berxwedanê 2 caran bi bombeyên qedexekirî,

5 caran bi balafirên şer, 14 caran bi helîkopterên êrîşê,

bi dehan caran jî bi obus, tank û çekên giran bombe kir.

Back to top button