Salih Gedo: Divê her kes vegere nuqteyên xwe yên berê

Sekretêrê Partiya Çep a Demokratîk li Sûriyê Salih Gedo û Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Girê Spî Sebrî Nebo hişyariya ji şerê birakujiyê kirin.

Her wiha diyar kir ku PDK li ser daxwaza dewleta Tirk hêzê dişîne qadên gêrîla û ev gava PDK’ê nakeve xizmeta gelê Kurd.

Sekretêrê Partiya Çep a Demokratîk li Sûriyê Salih Gedo têkildarî daxuyaniya serokê PDK’ê Mesûd Barzanî ku niyeta şer li dijî PKK’ê eşkere kirî ji televizyon me re axivî.

Salih Gedo diyar kir ku şerê birakujiyê “nayê qebûlkirin û qedexe ye” û ji bo gelê Kurd xeta sor e.

Gedo hişyarî ji derketina şerê navxweyî kir ku anî ziman ku ev yek wê tenê xizmeta dijminê kurdan bike.

“Divê em baş bizanibin ku Başûr û Rojavayê Kurdistanê di pêvajoyên hestiyar re derbas dibin û herdu alî jî li pêşberî gef û xeteriyên mezin rû bi rû ne.

Ya îro li Başûrê Kurdistanê rudide, xizmeta kurdî-kurdî nake, lê belê xizmeta dijminên kurdan dike.”

Gedo destnîşan kir ku gelê Kurd aloziya dawî ya di navbera kurdan de red dike û bang li hemû aliyan kir ku li nuqteyên xwe yên berê vegerin û ji şer dûr bikevin.

Sebrî Nebo: Divê PDK ne ji bo şer, ji bo yekîtiyê gavan biavêje

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Girê Spî Sebrî Nebo jî derbarê heman mijarê de axivî û diyar kir ku PDK li ser daxwaza dewleta Tirk hêzê dişîne qadên gêrîla.

Sebrî Nebo diyar kir ku daxuyaniya dawî ya PDK’ê hewldanên nêzîkbûna Kurdî-Kurdî asteng dikin û wiha got,

Ev daxuyanî hemwextî daxuyaniyên dijminane yên Erdogan hat ku gefa êrişa li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixwe û ev yek gumanan çêdike.

Nebo eşker kir ku ev daxuyaniyî nakevin berjewendiya gelên herêmê û gelê Kurd, tenê xizmeta Erdogan dike.

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Girê Spî Sebrî Nebo di dawî de bang li PDK’ê kir ku ji bo yekîtiya Kurdî gavê bavêje û bi siyaseta Tirkiyê neyê xapandin

Back to top button