
Şêniyên Sinûnê ya Şengalê, li dijî peymana di navbera PDK û Bexdayê ya li ser Şengalê de meşek li dar xistin.
Di meşê de Şengaliyan wêneyên şehîdên xwe rakirin û anîn ziman ku nexwazin hêzên bûne sedema qirkirinê vegerin Şengalê.
Şengaliyan ji hikûmeta Iraqê û aliyên peywendîdar xwestin ew bi xwe, xwe rêve bibin.
Şeniyên Sinûnê yê Şengalê li dijî peymana di navbera PDK û Bexda ya li ser Şengalê hat îmzekirin, meşiyan.
Meş ji aliyê Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê ve hate organîze kirin.
Bi sedan Êzidî, serokeşîr û kesayetên Şengalê tevlî meşê bûn.
Meşê li ber avahiya Meclîsa Gel a Sinûnê destpê kir.
Piştî meşê mamostayê Zimanê Kurdî Xwêdada Şengalî daxuyanî xwend û wiha got:
Em wek gelê Şengalê Tebaxa 2014’ande li ber çavê hemû cîhan di komkujî û fermanê re derbas bûn.
Li himber vê qirkirina Êzdiyan her kes bêdeng ma:
Kesên bûna sedema vê fermanê heta îro nehatina dadgeh kirin û bi azadî li ser vî erdî digerin .
Şengaliyan diyar kirin ku ew parîçeyek ji Iraqê ne û ev tişt anîn ziman:
Em beşekin ji Iraqê ne, hêzên Iraqê, atêş , polîs û Heşda Şabî bi hevre di Şengalê dene.
Saziyên Hikûmî li her dera Şengalê di ser kar û xebatên xwe ne, lewra ne pêwîste, Bexda bi Hewlêrê re li ser me tifaqa bike.
Her lihevkirinek bê îradeya me bê îmzakirin emê lihimber derbikevin û bi tu awayî em qebûl nakin.”
Şengaliyan di dawiya daxuyaniya xwe de, xwestekên xwe ji Hikumeta Iraq, NY û aliyên peywendidar re jî rêz kirin.
Çend ji van daxwazan ji wiha ne:
– Pêwîste hevalbendên me yên tevahiya welat, di çarçoveya destûr û qanûnên Iraqê de rêveberiya me ya xweser nas bikin. Pêwîste ev rêveberî yekser girêdayî hikûmeta navendî be.
– Ewlekariya herêmê divê ji aliyê gelê Şengalê û bi taybet ji aliyê kesên ku ji dema fermanê ve di demên herî zehmet de li dijî DAIŞ’ê şer kirine û heta roja îro jî têdikoşin ve were rêvebirin.
– Em naxwazin hêzên ku di dema şer de Şengal terikandine, dîsa vegerin Şengalê.
Meş bi sloganan bi dawî bû.