Li paytexta Çîn, Pekînê pileya germahiya hewayê gihişte 41’î.
Ji ber vê rewşê hikumetê ji bo herêmên bakurê welêt hişyariya germahiya herî bilind da.
Di nava rojê de li paytextê hişyariya hewaya germ derkete asta herî jor.
Li gorî Çavdêriya Meteorolojiyê ya Şaredariya Pekînê, îro pileya germahiyê gihîşt 40’î.
Ji 1961’an ve germahiya herî bilind ya li Pekînê doh bi 41,1 pileyî hate tomarkirin.
Ev pileya germahiyê ku rekoreke nû bû, weke roja herî germ a hezîranê hate tomar kirin.
Welatiyê Pekînê ji bo xwe ji germa zêde biparêzin bi sîwanê daketin kolanan.
Li Çînê ji ber pêla germahiyê hişyarî hate dayîn
Navenda Meteorolojiyê ya Neteweyî ya Çînê hefteya borî ji ber pêla germê ya ku li gelek herêman hat hîskirin hişyarî dabû.
Zanyar diyar dikin ku ji ber guherîna avhewayê germahî zêde dibe.
Rêveberên Meteorolojiyê ya Çînê jî ragihand ku tê pêşbînîkirin germahiya zêde li herêmên bakurê welêt heta 10 rojan dewam bike.



