Li Tirkiyê dolarek 25 TL derbas kir!

Dolar rekorek nû şikarn û derket 25,46 lîreyên Tirkî.

Li Tirkiyê piştî biryara faîzê ya Banka Navendî, dolarî 25 lîre derbas kir.

Banka Navendî faîza polîtîkayê ji sedî 8,5 derxist ji sedî 15’e.

Piştî biryara faîzê dolar û euroyê rekorên nû şikandin.

Vê yekê jî kir ku lîreyê Tirk li hemberî dolar nirxê xwe hîn bêqîmetir bibe.

Beriya biryara faîzê dolar derdora 23,5 lîreyan bû û nîv saet piştî biryarê jî dolar 24 lîre derbas kir.

Di saetên êvarê de jî dolar derket 25,46 lîreyên Tirk û rekoreke nû bidest xist.

Euro jî derket 27,88 lîreyan.

Aboriya Tirkiye ber bi hilweşînê ve diçe

Di dîroka komara Tirkiyê de cara yekeme lîrayên Tirk li hember dolar ewqas bênirx dibe.

Tirkiyê ji ber polotîkaya şaş a hikûmeta AKP’ê ber bi hilweşînê ve diçe.

Siyaseta Erdogan a ku hewil dide bi şer û zordariyê xwe li ser desthildatê bihêle welat ber bi hilweşandinê ve bir.

Tevî bêzariya gel a ji şer, hejarî jî bi lez pêş dikeve.

Bihabûna dolar û euro jî aloziya li Tirkiyê kurtir dike.

Back to top button