Ji Tîtanê agahiyek biêş: Bermahiyên keştiyê hatin dîtin

Girûba geştiyarên Tîtan ên di binê deryayê de winda bibûn hatin dîtin.
Saziya ewlekatiya deryayî ya DYA’yê ragihand her 5 kesan jiyana xwe ji dest dane.
Lê heta niha li ser çawaniya rûdana bûyerê agahiyên zelal nehatine parvekirin.

Girûba geştiyarên ku ji bo serdana bermahiyên keştiya binavûdeng a Tîtanîk di binê deryayê de winda bibûn hatin dîtin.

Saziya Ewlekatiya Deryayî ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) yê di civîneke çapemeniyê de ragihand parçeyên hatine dîtin, yên Tîtanê ne.

5 Kesên di keştiya Tîtan de jiyana xwe ji dest dan

Berpirsê saziyê John Mauger têkîldarî felaketa îhtimala teqînek di nava deryayê de da û got:

“5 kesên di keştiyê de jiyanan xwe ji dest dan.”

Mauger anî zimaqn ku ew pêşbînî dikin teqîn li nêzîkî bermahiyên keştiya Tîtanîkê çêbûye, lê hîn zû ye ku mirov tiştekî bêje ka tam kengî û çi qewimiye.

Di keştiya bi navê Tîtan tê nasîn de 5 kes hebûn.

Ji wan Şehzad Dawûd ê 48 salî ku eslê xwe ji Pakistanê ye yek ji dewlemendên Îngilistanê û kurê wî Sulêyman Dawûd ê 19 salî.

Hate hînbûn ku ciwanê 19 salî ji vê rêwitiyê pir ditirsiya, lê ji bo bavê xwe keyfxweş bike ev rêwitî qebûl kiriye.

Milyarderekî Înglis Hamish Harding ê (Hêymîş hardîng) 58 salî.

Paul Henri Nargeolet ê (pol anrî narjolê) ji Firansayê 77 salî ye.

Rêveberê şîrketa, keştiya geşta bin deryayê Stockton Rush ê (Staktin Raş) 61 salî hene.

Keştî roja Yekşemê bi rêket û piştî 2 saetan li Oqyanûsa Atlantîk a li peravên Kanadayê pêywendî pêre qut bû.

Ev 5 kesanên geştiyar ji bo serdana bermahiyên keştiya Tîtanîk bikin dest bi vê rêwitiyê kiribûn.

Di lêgerîna 5 lêkolînerên Tîtanêkê de rewşa awarte

Back to top button