DYA firotona helîkopteran bo Misirê erê kir

Hikumeta Misirê ji bo hêza xwe ya hewayî xurt bike, li ber derê Waşîngtonê bû.
Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê (DYA) bi bihayê 2,6 mîlyar dolar firotina helîkopterên veguhestinê ji Misirê re pejirand.

Di daxuyaniya nivîskî ya Ajansa Hevkariya Ewlekariya Parastinê ya Amerîkayê de wiha hat gotin:

“Wezareta Karên Derve biryar da ku helîkoptera cureya CH-47F û alavên wê ku bihayê wê 2,6 milyar dolar e bifiroşin Misirê.”

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê erêkirina firotinê de ji Kongreyê re teblîxat (agehdarname) hat şandin.

Tê de, hat destnîşankirin ku di pakêta firotinê de 23 helîkopterên Chinook, 56 motorên yedek û amûrên piştgirîyê hene.

Di du daxuyaniyên din ên ajansê de hat destnîşankirin ku firotina 20 pergalên roketan ên HMARS bi nirxê texmîna 385 milyon dolarî hat pejirandin.

Pejirandinên Wezareta Derve ya ji bo firotina çekan tenê tê wê wateyê ku firotin ji bo rêveberiya DYA baş e.

Ger Kongreya DYA’yê di nava 15 rojan de ji bo endamên NATO’yê û 30 rojên xebatê jî ji bo welatên ne endamê NATO’yê li dijî biryara wezaretê nerazîbe, rêveberî ji bo naveroka pakêta firotanê bi welatê ku firotin lê hatiye pejirandin re dest bi danûstandinan dike.

Di dawiya van danûstandinan de, DYA nameyek pêşniyarê pêşkêşî wî welatî dike.

Ger pêşniyar bersivek erênî werbigire, pêvajoya kirînê pêk tê.

Back to top button