Rayedarên Îranê naxwze cenazeyên ciwanan radestî malbatan bike

‘Li benda cenazeyan nemînin’
Ev gotine rayedarên Îranê ji bo malbatên her 4 ciwanên Kurd ên ku duh hatin dervekirin re bû.
Piştî ku dewleta Îranê her çar ciwan bi dar ve kir, niha naxwaze cenazeyan jî radestî malbatên wan bike.
Li dijî van kiryarên dijhiqûqî û mirovî li seranserî Cîhanê bertekên nerazîbûnê derketin.

Welatiyên Kurd yên bi navê Wefa Azerbar, Muhsîn Mazlûm, Pijman Fatihî û Mihemed Feramerzî yên 19 meh in girtî bûn, duh danê siharê ji aliyê rejîma Îranê ve hatin darvekirin.

Li gorî medya Rojhilatê Kurdistanê piştî her 4 kurd hatin darvekirin, rayedarên Îranê ji malbatên wan re gotine, ‘

Li benda cenazeyan nemînin’.

Hate diyarkirin ku cenazeyên her 4 ciwanên Kurd ji aliyê rayedarên Îranê ve li cihek nediyar hatine veşartin û malbatên wan jî agehdar nekirine.

Xelkê Firatê: Kes nikare destkeftiyên Kurdan tune bihesibîne

Li dijî van kiryarên hovane li seranserî Cîhanê û herêmê bertek derketin

Meclisa navçeya Şêran a Kobanê daxuyaniyek bi beşdariya endamên meclisê û şêniyan da û got:

“Em bi tundî zilma ku li ser her çar ciwanên Kurd hate meşandin şermezar dikin.

Di bin navê hevkariya bi Îsraîlê û sîxurtiyê de, her wiha bi hin tewanbariyên cuda rojane Kurd têne qirkirin.

Herî dawî êrişa kîmyawî li Metîna ku di encamê de 4 gerîla şehîd bûn.”

Meclisê bêdengiya dewletên navnetewî û rêxistinên mafên mirovan yên li ser van kiryaran şermezarkirin û wiha hate gotin:

“Dewleta Îranê û hevalbendên wê, dixwazin bi vî rêbazî û bi van kiryarên hovane çavên Kurdan bitirsînin û îrada wan tune bikin.

Tu kes nikare îrada gelê Kurd tune bike, êdî Kurd di her çar parçeyên Kurdistanê de xwe nas kirine û destkeftiyên hatin bidestxistin êdî kes nikare tune bihesibîne.

Kombûna Jinan a Zenûbiya darvekirina ciwanên Kurd şermezar kir

Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya jî bi daxuyaniyekê darvekirina her 4 ciwana şermezar kir û got:

Rêjîma Îranê di binpêkirinên xwe yên dermirovî de dewame.

”Kiryarên ku niha rêjîma Îranê li hember civakê dide meşandin, ne nû ye.

Rêjîma Îranê ji dîrokê ve bi hovîtî, qirkirin û qetilkirinê tê nasîn.

Di daxuyaniyê de bang rêxistinên mafê mirovan hate kirin ku rê li ber kirinên ku li dijî ciwanên kurd têne kirin bigrin.

Tevgera Azadî darvekirina 4 ciwanên Kurd ji aliyê Îranê ve şermezar kir

Back to top button