HPG’ê: Li Werxelê 2 çeper hatin rûxandin û 5 leşker hatin kuştin

Gerîllayên HPG û YJA Star’ê, li herêma Avaşîn bi ser çeperên artêşa Tirk de girtin.
Di encamê de 2 çeper hatin tinekirin û 5 leşker jî hatin kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî encama şerê 24 saetên dawî li Herêmên Parastinê yên Medyayê daxuyanî da..

Li gorî vê,

Di çarçoveya Pêngava “Bazên Zagrosê” de:

Roja 3 Îlonê li herêma Avaşîn, yekîneyeke artêşa Tirk a lki quntarên Qerxelê dikevin bin kontrola gerîllayên YJA-STAR’ê..

Gerîlla ji 2 baskan ve bi ser çeperên artêşa Tirk de digrin..

Di encama çalakiya baskê yekemîn de 5 esker têne kuştin û 2 çeper jî tine dibin..

Baskê duyemîn jî ji nêz ve li yekîneyên artêşa Tirk dixe.

Di vê çalakiyê de hejmara kuştin û birîndaran nehat zelalkirin..

Heman rojê berê êvarê, artêşa Tirk a dagirker 14 caran bi teqemenî, gazên jehrê û çekên giran êriş pêk anîn..

Artêşa dagirker a ji ber çalakiyên gerîlla darbên giran xwarin , hewl da bi gazên jehrê pêşî li berxwedana gerîlla bigre..

Lê tevî hemû êrişên giran jî berxwedana li Werxelê dewam dike..

Roja 2’ê Îlonê jî li deverên Mervanos, Tabûra Ereba, Girê Spî, Gîrê Sor û Girê Silêman, tevgereke zêde a helîkopterên şer çêbû.

Navenda Ragihandinê ya HPG’ê diyar kir ku li herêma Garê jî 3 Îlonê balafirên şer ên artêşa Tirk derdora gundê Rêdinê bombardiman kir..

Ji ber êrişê, agirê bi erdê welatiyan ket hê jî dewam dike..

Heman rojê deverên Girê Çarçel ê girêdayî Metînayê jî ji aliyê balafiran ve hate bombardimankirin.

Back to top button