NRLS’Ê bang li NY û serokatiya Fransayê kir: Lozanê sererast bikin

NRLS’ê 2 dosyayên têkildarî sûcên qanûnî û komkujiyên di encama Lozanê de çêbûne, ji serokatiya Fransayê û NY’yê re şandin.

Di dosya yekem de behsa xebatên komxebata NRLS’ê û encamnameya wê hat kirin.

Li ser lîsteyeke binpêkirinên qanûnî yên peymana Lozanê, di serî de înkarkirina mafên gelan a diyarkirina çarenûsa xwe, pişaftin û qirkirina gelên Kurdistanê, hat zêdekirin.

Dosyay din jî der barê dîrok û komkujiyên li dijî Kurdan pêk hatine bû.

Têkildarî vê mijarê mudirê navendê Munzir Şiyat diyar kir ku ew plan dikin van her du dosyayan ji aliyên din ên navneteweyî re bişînin.

Şiyar da zanîn ku armanca wan ji şandina her du dosyayan, ew e ku dehf bidin hêzên navneteweyî ku peymanê sererast bikin, Rêveberiya Xweser nas bikin ku kilîta sererastkirina peymanê ye.

NRLS’ê li Hesekê komxebata xwe dewam dike

Back to top button