Vîrûsa Corona..yekem kes li derveyî Çînê jiyana xwe ji dest da

Piştî mirina 304 kesan.. yekem kes li derveyî Çînê ango li Filipînê bi virusa korona jiyana xwe ji dest da..

Desthilatên Filipînî ragihand ku “kesê Pêncşema borî bi virusê ketibû, duh jiyana xwe ji dest da.

Li gorî hûrguliyan, ev kes 44 salî, Çînî û ji bajarê Wuhanê ye.

Desthilatan her wiha, tomarkirina rewşeke nû jî ragihand.

Ji aliyê xwe ve, îro Çînê jî hejmara dawî ya qurbanên korona bi hejmara 304an, li beramberî 14 hezar kesên pêketî ragihand.

Li gorî komîteya tenduristiyê ya parêzgeha Hubei ya Çînê jî, di nava 24 saetan de, 1921 rewş hatin tomarkirin.

Tê zanîn, korona yekemcar li bazareke firotina lawiran a bajarê Wuhanê derketiye.

Ev virus jî li Çînê sînordar nema û heya niha derbasî bêhtirî 20 welatan bûye.

Back to top button